ENGLISH KURDÎ کوردی
Bi Şehîdkirina rojnamevanan, Dengê azadîya gelê me qut nabe!
Basur

Bi Şehîdkirina rojnamevanan, Dengê azadîya gelê me qut nabe!

Bi Şehîdkirina rojnamevanan, Dengê azadîya gelê me qut nabe!

Îro 23ê tebaxa 2024an dewleta Tirk a dagîrker li herêma Seyid Sadiq, a başûrê Kurdistan êrîşî tîmeke rojnamevanên ‘’ Çira Medya’’ yê kir û di encamê de 2 rojnamevan “Hêro Behadîn ku ji bajarokê Sengawê û Gulista Tara, a ji bajarê Êlihê (Batmanê)” şehîd bûn. Dewleta dagîrkera Tirk bi berdewamî hemû şêwazên şer û fişar li dijî gelê kurd, şoreşê û destkeftên gelê kurd bikar anîye, lê nekarîye li wir cesareta gel û berxwedana bi lehengî, ya gelê me bişikîne û komplo - pîlan û êrîşên wan, ên li pey hev hatîne pûçkirin.

Her çendî Ev êrîşên li dijî rojnameger û dengên azad, ên gelê me bûbin sedema windayî û cangorîbûnên mezin jî, lê dîsa mebestên dewleta Tirk bê encam dimînin. Rojnamevanên wêrek û rastbêj her tim dengên gel, ên rast, durustê û mafên wan, ên rewa bûne. Her tim wan rastîya dagîrkerî, zordarî û bêdadîya dijmin û dagîrkeran eşkere kirine. Lewma ne ecêb û xerîbe ku dewleteke şovînîst û dagîkera serdemî, ji pênivîs û kamîreyên rojnamevanan bitirse.

Em wekî komîteya ragehandinê, ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan - KNK ê, sersaxîyê ji malbat, dost û hevrêyênher du cangorîyên dengê azadîyê re dixwazin û ji birîndaran re jî şîfa û çakbûnê dixwazîn.

Em vê tawana hovane ya dewleta Tirk û desthelatdarîya Erdogan û Bahcelî bi tundî şermezar dikin.

Em soza xwe ji gelê xwe re dubare dikin, ku nehêlin çira û ronahîya van rojnamevanan vemire! Emê tekoşîna wan, a ji bo eşkerekirina rastiya faşîzm û dagîrkerîya dewleta Tirk berdewam bikin.

Komîteya Ragehandinê ya KNKê

23.08.2024