Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasîya Hevbeş, roja 22.06.2024an, civîna xwe ya bîstûheştemîn li gel komek kesayetên serbixwe yên Kurdistanî, li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî. Piştî nîqaşên berfireh plansazîyek hevbeş hate çêkirin.
Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, teybetî rewşa dawî yal li başûr û rojavaya Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk yên li ser Bakur, Başûr û Rojava, gef, tehdît, lêgerîn û amadekarîyên dewleta Tirk jibo pêkanîna opersyonên mezin yên li ser başûr û rojavaya Kurdistanê, rewşa xeternak û guhertina demografîya Efrînê û deverên dî yên Rojava, li başûra Kurdistanê kêşe û qeyrana siysî, îdarî û aborî, krîza hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, rewşa rojhilata Kurdistanê û êrîş û tehdîtên dewleta Îranê, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtîyên siyasî, guhertin û buyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilatanavîn, şerê Îsraîl û Hemasê, herweha helwest û bandora hêzên Cihanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Herweha li gel plansazîya kar û xebatan, pêkanîna Konferansa Şêwira Neteweyî ya Kurdistanê û biryara pêkanîna trîbûnalek (mahkemeyek sivîl) navneteweyî li ser kiryarên dewleta Tirk yên li rojavaya Kurdistanê, bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin.
Gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:
- Êrîş, tehdît û destwerdanên Tirkîya û Îranê yên li ser Başûr zêdebûne û berdewamin. Eger em weke Kurd di nav mala xwe de yekrêz nebin, statûya federal û gelek deskeftên me dikarin têkbiçin. Erîşên dewleta Tirk û Îranê yên hevkarên wana, ewlekarîya herêmê têxin di bin xeterîyeke mezin de. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokîyên di nav xwe de bidin alîyekî û jibo parastina deskevtên Kurdistanê bi hevre tevbigerin.