ENGLISH KURDÎ کوردی
Sersaxî ji bo karesata binavbûna keştiya penaberan
Basur

Sersaxî ji bo karesata binavbûna keştiya penaberan

Mixabin di wan rojên derbasbûyî de li peravên Îtalyayê keştiyeke koçberan binav bû u têda hejmarek jî Kurd bi dehan kes can xwe ji dest dan, em wek Kongreya Netewî ya Kurdistanê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û sebr û aramiyê ji bo malbat û kesûkar wan dixwazin. Di heman demê de berpirsên sereke yên mirina wan ciwanên Kurd, hikûmeta Herêma Kurdistan û Rijîma Îranê ne, Ji ber ku bêkarî, gendelî, pirsgirêkên aborî u zehmetiyên jiyanê wan neçar kiriye ku riya mirin û pêlên deryayê bo gihîştin bi jiyaneke nû u aram hilbijêrin. Erka hikûmetê dabînkirina jiyana xelkê û vegerandina aramiyê û garantiya paşerojê ye ku xelk bikaribin li welatê xwe bijîn û di bin şert û mercên asayî û yasayî de ji bo geşt, xwendin û  …. sefer biken, ne ji bo jiyan û hêlîneke aram, neçar bimînin ku riya mirinê hilbijêrin. Careke din em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, em êş û azarên mezin yên malbatên qurbaniyên vê bûyera diltezîn parve dikin! Konseya Rêvberi ya KNK